Aram Tigran

Xanimê

By: Aram Tigran
Album: radyo êrîvan
Dialect: Kurmanji
201
Xanimê lê xanimê
Bûka mala bavê minê
Çîçekê rewşa dinê
Tu soz nedî yekî dine

Xanimê lê xatûnê
Tu çilbiskê gulavdûnê
Kerem ke were rûnê
Agir deyne ser qelûnê
Xanimê lê xanimê
Bûka mala bavê minê
Çîçekê rewşa dinê
Tu soz nedî yekî dine

Xanimki bi lome ye
Bi şev û bi ro mala me ye
Qisûrek lê tune ye
Gotina wê bi mene ye
Xanimê lê xanimê
Bûka mala bavê minê
Çîçekê rewşa dinê
Tu soz nedî yekî dine

Xanimê dinya dem e
Ne mi derd e ne mi xem e
Ez heyiriyê bejna te me
Wez aşiqê çavê te me
Xanimê lê xanimê
Bûka mala bavê minê
Çîçekê rewşa dinê
Tu soz nedî yekî dine

Him gul î him sosin î
Bi xizêma zerbazin î
Bimirî bijî tu a min î
Bûka mala bavê min î
Xanimê lê xanimê
Bûka mala bavê minê
Çîçekê rewşa dinê
Tu soz nedî yekî dine

Xanimê lê hurmetê
Tu li dîlanê, tu li dawetê
Vê kêfê vê şawetê
Sebra min bi navê te tê
Xanimê lê xanimê
Bûka mala bavê minê
Çîçekê rewşa dinê
Tu soz nedî yekî dinê
Serçawey deng û deq:
Https://www.youtube.com/@DKKulturinstitut