Hassan Zirak

Lew Dînê û Dînê Min

By: Hassan Zirak
Album: Radyo Taran
Dialect: Sorani
267
Le dûrî toye reşpoşim
Lew dînê û dînê min
Mest û xumar û serxoşim
Lew dînê û dînê min
Be maçit dê feramoşim
Lew dînê û dînê min
Dîn dîn dîn dîn...
lew dînê û dînê min
Baskit danê û bazût nerme
Gul bo serînê min

Ew çawaney mîslî bazin
Lew dînê û dînê min
Mest û xumar pir le nazin
Lew dînê û dînê min
Birjangit tîrî serbazin
Lew dînê û dînê min
Dîn dîn dîn dîn...
lew dînê û dînê min
Baskit danê û bazût nerme
Gul bo serînê min

Ew diley wek bitperistê rû ekate çaweket
Nwêj eka bo tîşkî çaw û zulfe têk’alaweket
Gerçî eyşêlî be zebrî qongire û pêlaweket
Qet be dilreq bast nakem nayzirênim naweket
Çunkê eyzanim telarî yare xwapêdaweket
Mestî kirdûy boye nabînêt le astim çaweket

Ew heramey min deyzanim
Lew dînê û dînê min
Berdî bo bikêşim be şanim
Lew dînê û dînê min
Hêsta minete be gyanim
Lew dînê û dînê min
Dîn dîn dîn dîn...
lew dînê û dînê min
Baskit danê û bazût nerme
Gul bo serînê min

Ew heramey kin bokanê
Lew dînê û dînê min
Yar kortêye û danedanê
Lew dînê û dînê min
Kuştey wîm xuda deyzanê
Lew dînê û dînê min
Dîn dîn dîn dîn...
lew dînê û dînê min
Baskit danê û bazût nerme
Gul bo serînê min