Shivan Parwar

Tev Jîr û Zana Bin

By: Shivan Parwar
Album: Govenda Azadîxwazan
Dialect: Kurmanji
214
Mêr bira rabin ên azadîxwaz in bira rabin
Ên bi namûsin bira rabin
Pîsik ji me re nabin û cahşik ji me re nabin
Tev jîr û zana bin ji bo kurd rengê Kawa bin

Gelî mêra rabin pîs ji me re nabin
Gelî bira rabin cahş ji me re nabin
Tev jîr û zana bin ji bo kurd rengê Kawa bin
Tev jîr û zana bin ji bo merd rengê Kawa bin
ji bo kurd rengê Kawa bin

Bidine hev destê xwe jîr û serbestê xwe
Sor gul û mestê xwe da bi Kurdistanê şa bin
Gelî bira rabin pîsik me re nabin
Gelî mêra rabin cahşik me re nabin
Tev jîr û zana bin ji bo kurd rengê Kawa bin
Tev jîr û zana bin ji bo merd rengê Kawa bin
ji bo kurd rengê Kawa bin

Tev bikin karê xwe hilgirin barê xwe
Berdin neyarê xwe ji bo kurd ne wenda bin
Gelî bira rabin pîs ji me re nabin
Gelî mêra rabin cahş ji me re nabin
Tev jîr û zana bin ji bo kurd rengê Kawa bin
Tev jîr û zana bin ji bo merd rengê Kawa bin
ji bo kurd rengê Kawa bin

Barekî giran e, barê me kurdan e
Barekî giran e, barê Kurdistan e
Vekin dibistanan, ji bo xort jîr û xwenda bin
Vekin dibistanan, ji bo merd jîr û xwenda bin
ji bo kurd jîr û xwenda bin
Gelî bira rabin, pîs ji me re nabin
Gelî mêra rabin cahş ji me re nabin
Tev jîr û zana bin ji bo kurd rengê Kawa bin
Tev jîr û zana bin ji bo merd rengê Kawa bin
ji bo kurd rengê Kawa bin
Gotin û awaz: Şivan Perwer