
Ev rengê biratî me nevê ger timî wa bin
Hevsarê me girêdayî bi kurtanê kera bin
Ew begler û axa ne emê jar û geda bin
Ew rêncberê dijmin in emê rêncberê wan bin
Ey karker û xebatkar bes e dem hatiye rabin
Ta kengî emê karkerê axa û bega bin
Ta kengî emê hestiyê ber lingê seya bin
Ta kengî emê kole û rezîl û ruswa bin
Çawa ko dizanim tu timî şerker û mêr î
Deng daye di Şerqê de bi xwe fêris û şêr î
Îro tu çima wer ga bi tirsok û newêr î
Perda gidiya ser xwe ve da da xwe veşêrî
Ey karker û xebatkar bes e dem hatiye rabin
Ta kengî emê karkerê axa û bega bin
Ta kengî emê hestiyê ber lingê seya bin
Ta kengî emê kole û rezîl û ruswa bin