Shivan Parwar

bila bihar bi xêr bê

By: Shivan Parwar
Album: Govenda Azadîxwazan
Dialect: Kurmanji
209
Bi ser çiyan ketim, karê min e bez û rev
Cî nîne tê de rûnim ne bi roj û ne bi şev
Ciyê bav û kalê min bi xwîna min bûye sor
Dijmin îro tê da ye dibêje ji min re derkev

Hezar sal e dinalim, birîndar û perişan
Êdî vê birinê xemûş girt û giha hev
Berî bibim birîndar xwedî dost û mirov bûm
Lê îro mame tenê ez bê ziman û bê dev

Zivistanê nikarim bi dijmin re bikim şer
Pûk û berfê dadigrin gelê berbend û bendev
Wa ye bihar bi xêr tê hazir bikin ji bo şer
Êrîş bikin neyaran weke mêran hemû tev
Haydê rabin, haydê rabin em bimeşin hemû tev in
Haydê bimeş, haydê bimeş, de bimeşin hemû tev in
Li ser rêçek serrast, li ser rêçek baş de rabin em hemû tev bin
Gotin: Cegerxwîn