
Ay ay li min… ay ay li min
Li Dêrsimê, li Koçgirî
Tev hat kuştin jin û mêran
Hesreta dil kes nizane
Şûna hêsiran xwîn digiri
Ay ay li min... li min dayê
Li Dêrsimê, ser van giran
Hatin kuştin bav û biran
Tev çêle û tev zarokan
Bûye hesret dilê Şivan
Ay ay li min… li min dayê…
Ay lê dînê mer ser avê
Ew ne av e tang û top in
Keçî dînê mer ser avê
Ew ne av e tang û top in
Kesek tune, bê dê nabe
Heyfa canê xwe mame
Li Dêrsimê, li ser van giran
Xwîn diniqutî li keviran
Kesek nizane çi bûbû
Tev hat kuştin bav û biran
Ay lê dînê mer ser avê
Ew ne av e tank û top in
Kesek tune, bê dê nabe
Heyfa canê xwe mame