Zakarya Abdula

Îşqit

By: Zakarya Abdula
Album: Gencî Pîr
Dialect: Sorani
207
’îşqit bote nawnîşanim
Dagîrî kird dil û gyanim
Nelêy îtir pêt nazanim
Ha eweş birîn kwa dermanim!?
’îşqit bote nan û bergim
Dagîrî kird dil û cergim
Xot dezanî çone îtir
Wa nizîke wadey mergim
Be ’îşqî to denalim
Le dûrîy to bêhalim
Îtir ba bes bê cudayî
Were bibe gulî malim
Ger dezanêy ya nezanêy
Deysûtênî hemû gyanim
Çawerême rojê dabêt
Bêyt û bilêy min peşîmanim

Xoşewîstît rêy lê girtim
Tûşî sedan derdî kirdim
Her be daxî ’îşqî towe
Gulim zanît rojê mirdim
Xoşewîstît waz nahênê
Xerîke cergim derdênê
Agirêk berbuwe le dilî pakim
Wa gişt gyanim desûtênê
Be ’îşqî to denalim
Le dûrîy to bêhalim
Îtir ba bes bê cudayî
Were bibe gulî malim
Ger dezanêy ya nezanêy
Deysûtênî hemû gyanim
Çawerême rojê dabêt
Bêyt û bilêy min peşîmanim
Honrawe: şalaw