Hisen Ali

Tenke

By: Hisen Ali
Dialect: Sorani
219
Kejal wa bê to xoşîm tenke ger bête dila
Ew dile yaxwa darzê leyla le jêrî gila
Ew dile yaxwa darzê leylê le jêrî gila
Tenke gyanim tenke tenke ruhî şîrînim
Leyla le dûrî balat bexwa dil pir birînim
Tenke tenke tenke tenke
Em lar û lence terk ke

Kejal xwawen nekerde leylê rojê netbînim
Kejal xwawen nekerde tenke rojê netbînim
Bexwa ’eqil lê şêwyag leylê kwêr ebê zeynim
Bexwa ’eqil lê şêwyag tenke kwêr ebê zeynim
Tenke gyanim tenke tenke ruhî şîrînim
Leyla le dûrî balat bexwa dil pir birînim
Tenke tenke tenke tenke
Em lar û lence terk ke

Fikir le lam namênê bexwa ne hoş ne kemal
Fikir le lam namênê tenke ne hoş ne kemal
Bexwa le xom bêxeber leyla le mal û mindal
Tenke gyanim tenke tenke ruhî şîrînim
Leyla le dûrî balat bexuda dil pir birînim
Tenke tenke tenke tenke
Ew lar û lence terk ke
Kejal wênet le dilma gyane nexşe wek xalit
Bexwa wênet le dilma leylê nexşe wek xalit
Wela be kulimit qestem gyane be wicûdî kalit
Bexwa bew çawet qesem leyla be wicûdî kalit
Tenke gyanim tenke tenke ruhî şîrînim
Leyla le dûrî balat bexuda dil pir birînim
Tenke tenke tenke tenke
Em lare û lence terk ke