
Ax be çawan xemze û îma mefermû
Be qetlî ’aşiqî şeyda mefermû
Ax emin kuştey cemalî tom ’ezîzim
Le baxî cennetulme’wa mefermû
Ax eto mûsunbul û rû’aftabî
Le husnî tel’etî leyla mefermû
Ax delên: fermûte bimkujê be naheq
Ke to sultanî husnî wa mefermû
Dû çawim, dûr le to, tofanî xwêne
Le mewcî coşşî* derya mefermû
Ax demit wa bêne, qîblem, toy tebîbim
Be teşrîfî demî ’îsa mefermû
Ax min û yek lehze şew aram û taqet?!
Le dûrî mahî şew’ara? mefermû
Be xot bimkuje nek bew çawe meste*
Be celladanî bêperwa mefermû
Wefayî ’aşiqî endamî toye
Şehîdî qametî tûba mefermû