Muhammad Mamle

Exter

By: Muhammad Mamle
Dialect: Sorani
265
Exter kîjî kurdî çawmest
Ey pêşmergey mîlletperist
Îlhambexşî şê’ir û helbest*
Ke dîtmî tifeng bedest
Zanîm gulî hîwa pişkût
Beyanî azadî engût

Exter pêşmergey kolneder
Exter ey gulî nêw senger
Xwênit detkê hay le* xencer
Degrî berî hêrşî ’esker
Sêret girt bew çawe cwane
Le kelekey ew bîjwane
Ey le kelekey ew bîjwane

Şeqit helda le zêr û cil
Tûret helda* kildan û kil
Tundit kirdo piştênî şil
Fîşekdanit kirdote mil
Pisandit bazne û pawane
Destit da tifeng pyawane

Narêjî çaw, sûr nakey lêw
Şane nakey biskî peşêw
Yekcarî firêt da çarşêw
Ewe rût kirde çir û kêw
Debrî cergî dujminî zol
Be sernêze, nek be mijol
Honrawe: hêmin
*= le honrawey şa’îrda ew beşane be şêwey "şê’rî pirhest", "le demî" û "dawe" hatuwe.