

Wey gilim beser ken be demî paçê
Daxî nizaket le dilim dernaçê
Gilim beser ken be nûkî bêlê
Nizaketyan bird bo erdebêlê
Naskole gyan megrî
Xirkole gyan megrî
Denêrim bot bê şede û gware û hewrî
Ay denêrim bot bê deste û gware û hewrî
Le dûrî balat bûm perewaze
Hey le dûrî balat bûm perewaze
Mubarekit bê zor bê enaze
Beqat pê nakem dil bê mecaze
Naskolê gyan megrî
Çawkalê gyan megrî
De were ser qebirim tawê be kul bigrî
De were ser qebirim be dil û be gyan bigrî
Çon debê wa bê şertî dildarî
To le keyfanî xot min le xembarî
To le ’eyş û noş min le xembarî
Naskole gyan megrî
Xirkole gyan megrî
Ey were ser qebirim be dil û be gyan bigrî
Dey were ser qebirim be dil û be gyan bigrî
Herçîm beser hat to hênate rêm
Boxoy neyzanî min mayl be kêm
Naskolê gyan megrî
Çawkalê gyan megrî
De were ser qebirim tawê be kul bigrî
De were ser qebirim be dil û be gyan bigrî
Serê helêne bînim cebînit
Leser kam dînî bême ser dînit
Ay de megrî megrî megre behane
Nardûme bot bê hewrî le bane
Nardûme bot bê şede le bane