
Merwane şwanim çoxem leberda
Le jêr ew çoxe daney gewherda
Şwane ho şwane, şwaney rencero
Bistê mindal bûm qewlim da be to
Destî şikawim bo çawekanî
Bo hat û çûnî nêw baxekanî
Şwane ho şwane, şwaney rencero
Bistê mindal bûm qewlim da be to
Destî şikawim bo xurîyekanî
Bo rank û çoxey nêw hewramanî
Şwane ho şwane, şwaney rencero
Bistê mindal bûm qewlim da be to
Şînim zor gêra şadîm kem dîwe
Delên xoşî heye belam nemdîwe
Helweday perî kurdistan bûm
Tûşî nebûm keçî ne lem dîw ne lew dîwe
Çon dilit hat legel serînî tenyayî derzîçna cêm bihêlît
Çon dilit hat legel şewî sard û sirî bê nûstina cêm bihêlît
Bigerêwe jûrî tenyam çawerête
Bigerêwe ’umrî zawam şeyday tirpey bûkî pête