Layla Fariqi

bêrîvan im

By: Layla Fariqi
Dialect: Kurmanji and Sorani
225
Ez kevoka zinaran im
Gul û sosina buharan im
Weke mêrg û gulistan im
Bêrîvan im wez heyran im
Xemla dilê im bi kovan im
Wez merhema dil û can im
Ez nojdarê kul û jan im
Bêrîvan im dilovan im
Bêrîvan im bêrîvan im
Keça kurd im li zozan im
Bêrîvan im bêrîvan im
Bêrîvana Kurdistan im

Şine û sirwey beyananim
Xemrewênî gişt derdanim
Hîway dilî hejaranim
Min hengwênî ser zaranim
Hez û tasey dildaranim
Esrî çawî mindalanim
Pepûley naw gulzaranim
Hewrim, hewênî baranim

Bêrîvan im bêrîvan im
Bêrîvana Kurdistan im
Bêrîvan im bêrîvan im
Keça kurd im li zozan im

Lê wayê lê wayê wayê wayê
Welle ez heyran im
Bêrîvan im ez keça kurdan im