Layla Fariqi

Her Dêytewe

By: Layla Fariqi
Album: Gwêm Lê Girin
Dialect: Sorani
199
Her dêytewe, her dêytewe
Bo kwê biroy her dêytewe
Kwa le ’îşqa doran heye
Ta hewl bidey bîbeytewe

Axo êsta ke lêm dûrî
Çon bê ’îşqim radebûrî
Xetay xote ke nambûrî
Leser helekanit sûrî

Rojhelat û rojawa bikey
Bebê ’îşqî min helnakey
Debê dilî xot yekla key
Ta key le rastî ra ekey
Her dêytewe, her dêytewe
Bo kwê biroy her dêytewe
Kwa le ’îşqa doran heye
Ta hewl bidey bîbeytewe

Ger emcare be to bigem
Pir be dengim hawar ekem
Şerte bêmeylî to nekem
Ta nemênê azar û xem
Rojhelat û rojawa bikey
Bebê ’îşqî min helnakey
Debê dilî xot yekla key
Ta key le rastî ra ekey
Her dêytewe, her dêytewe
Bo kwê biroy her dêytewe
Kwa le ’îşqa doran heye
Ta hewl bidey bîbeytewe