Mikail Mahabadi

Bo Royiştî

By: Mikail Mahabadi
Dialect: Sorani
205
Bo royştî, bo royştîboçî bo?
Hîçit newt becêt hêştim bebê ho
To royştî û netpirsî le halî min
Bê to çole û xamoş buwe malî min

Bîrim naçê ke çirpey dengim bîstî
Be rwanînêk şeydat bûm xoşim wîstî
Yekem nîgat wek baran terî kirdim
Ay le rohim çen sexte bo nemirdim
Dar û berdî malekem bêreng û bon
Ewanîş her wekû min ’aşiqî ton
Lêm epirsin rojê dadê bêtewe?
Min hîç nalêm, toş wilam nadeytewe