
Erê taw helat û roj helat day le pirdî mehabad
Erê bo to nemawim tûran gyan gerdin qurîng û lêw nebat
To be qisey babit nekey ew rencem nedey bebad
Tûran boxot qewlit da mangî taze le nwê hat
Baxewan gyan min xerîbim rêgay baxit le kwêye?
’aşiqî çawî tûranim malyan leser xirêye
Erê her deken basî tûran le ’êraq û le ’êran
Cwanê ruhmî xêrit bê ew dilem bot buwe sergerdan
Hew şewanim kiçê helgirtin bimben bo *? merdan
Pêm gut destim desto ke tûranê merd û merdan
Malyan leser xirêye nizîke be xyaban
Baxewan gyan min xerîbim rêgay baxit hewraze
’aşiqî çawî tûran bûm qedbilinde û bê mecaze
Erê sertopî kurdistanî webalim besto cwanî
Şewê le nîweşew gyan boxom bûm be mîwanî
Ewcare emin çibkem babî ’eyar bû zanî
Awrî le min berdawe...
...rêgay baxit le kwêda
’aşiqî çawî kejal bûm hawar lew şaredêda
Erê hatûm lelay nelênê [cergim xwên dedelênê]
Nexoşim bo kejalê lêm zîze û namdiwênê
Pêm gut destim desto ke bewro û besbê û bedwênê
Erê baxewan gyan min xerîbim rêgay baxit hewraze
’aşiqî çawî kejal bûm zor cwane û zor mimtaze
Erê be xewsî le bexdaye bew derdey le dilim daye
Bewey badîhewaye zulfî hewdahewdaye
Nexoşim bo tûran çawciwan uftade û *?baye
Lewete ew jinem dîwe qet kesim webîr naye
Erê baxewan gyan min xerîbim rêgay baxit be kwêda?
’aşiqî balay jîkelê bûm çî bikem lew şaredêda
Erê ’entîke û zêdelawe dûre lêy bikem silawe
Le bîtwênê berewjûr wek şemame rengawe
Kiras mexmer darabî hey be balakey birawe
Ne kurte û ne dirêje leser panyey wêstawe
Pûzî wek kirmî sipî pawaney tê kirawe
Leber *? demirim memkî ser zarî nawe
Tûran destim desto bike malim le min torawe
Baxewan gyan min xerîbim rêgay baxit le kwêye?
’aşiqî çawî jîkelê bûm çî bikem lew şaredêye
’aşiqî çawî tûran bûm malyan leser xirêye