
’entîke û zêdelawe çonî lê bikem silawe
Singî penîrî kurdî zulfî gyabend û xawe
Kelekey çepim kune lêw’al be mist lêydawe
Eger nabî be yarim wey xudahafîz malawa
Ey be lenger be lenger çawbaz û ebro seqer
Des le balat helnagirim îzra’îlim bête ser
Derdit le malim çawciwan ew dilem bot buwe sergerdan
Hî min bê bot defroşim hemamî nimrey bokan
Hêsta dirûs nekirawe le emrîka û le elman
Dar û perdûy asne paçî bo hat le alman
’emeley yekî yekî *? hat le taran
Awrit le min berdawe bo to mirdim çawciwan gyan
Tak tak û xanexane wey lebo cêgay jinekan
gwarey le ’erzîye awî deçête asman
Hewzekey rengawrenge têydaye masîy elwan
Text û berdî mermere têydaye *? bokan
*?
*? rustem palewan
Xuda le minî nestênê taqaney day û baban
Erê hey be lenger be lenger çawbaz û ebro seqer
Des le balat helnagirim îzra’îlim bête ser
Hatûm lelay nelênê cergim xwên dedelênê
Şêt û şeyday lêw’alim lêm zîze namdiwênê
Hey delêm destim desto ke teyr û tûr û şehênê
Leser balay lêw’alê taw le asman derdênê
Erê hey be lenger be lenger çawbaz û ebro seqer
Des le balat helnagirim meger îzra’îlim bête ser
Bête serim îzra’îl razî nabê be delîl
Swêndî dedem be qur’an be şalî seydî zembîl
’entîke û zêdecwane be milwênê herzane
Teskê destim desto ke be dizî û be mehremane
Be kwêrî çawî kabra malyan wa le bokane
Hey delêm bimdeye maçê hemû şew em demane
Wey be lenger be lenger çawbaz û ebro seqer
Des le balat helnagirim îzra’îlim bête ser
Bejnî wekû bîzaye nemdî le rûy dinyaye
Lewete ew jinem dîwe qet kesim webîr naye
Xizmîne memken lome zulfî hewda hewdaye
Ew derdey emin dekujê wey le bexel guledaye
Ca eger bizanî gyanekem dinya bot helwedaye
Erê wey be lenger be lenger çawbaz û ebro seqer
Des le balat helnagirim meger îzra’îlim bête ser