Hassan Zirak

Boy Dênim

By: Hassan Zirak
Album: Radyo Bexdad
Dialect: Sorani
199
Nexoş û sergerdanim bo balat perêşanim
Delêm destim destoke teskê derdit le gyanim
Xerîb û dilpeşêwim emin nazit natwanim
Boy dênim boy dênim le gul û gwarey bo dênim
Dû korpey le lank bê herdûkyan radejênim
Yan ew baskî xom debirim ya hîçyan nagryênim

Key danîşîn dûbedû keleget û xal le rû
Memkit xire wek hulû singit befrî almelû
De were û destim destoke û bo tom awir tê berbû
Boy dênim boy dênim le gul û gwarey bo dênim
Dû korpey le lank bê herdûkyan radejênim
Yan ew baskî xom debirim ya hîçyan nagryênim

Swênd bewella û bîllaye bew derdey le dilimdaye
Zulfî hewda hewdaye bewey badîhewaye
Be roj qewlim dedatê şewê le jwanim naye
Boy dênim boy dênim le gul û gwarey bo dênim
Dû korpey le lank bê herdûkyan radejênim
Yan ew baskî xom debirim ya hîçyan nagryênim

Derdit le malim kalê û kezyet bendî reşmalê
Sê gez be gezî kurdî baskim le gerdinit halê
Pêm ’eybe û pêm îrade lebot bikem male û malê
To biro babit razî bike û daykit bo min hîç nalê
Boy dênim boy dênim le gul û gwarey bo dênim
Dû korpey le lank bê herdûkyan radejênim
Yan ew baskî xom debirim ya hîçyan nagryênim

’entîke û zêdelawe çonî lê bikem silawe
Xedengî le dilim dawe
Awrî le min berdawe qedbilnid û belek çawe
Lewete ew jine torawe hêzî ejnom nemawe
Boy dênim boy dênim le gul û gwarey bo dênim
Dû korpey le lank bê herdûkyan radejênim
Yan ew baskî xom debirim ya hîçyan nagryênim

Xemgîn û dilpeşêwim birwane barî lêwim
Her etoy xunçey sêwim
Xerîb û dilpeşêwim debê to bikey bexêwim