
Ya leyl ya leyl... aman aman... îmanim
Cêm nîye tya bisrewm xakim weser bê lane xom
Bêkes û bê der bê yar û hawdem bê mey û meyxane xom
Ax ax aman aman ax nemênim ax gulekem ax
Boç delên yar torawe lêm dek kafrî bitxane xom
Musteheqî tîr û taney aşna û bêgane xom
Ey aman aman... îmanim
Bom bilê toze toze hewrî lemlan aloze
Baskim we jûr serî de cehendem deşkêt goze
Leber bedkar nawêrim lêy bikem cejne pîroze
Were destim destoke bew germa û tep û toze
Awrî le min berdawe xalî şînî pîroze
Çendey lê paramewe awrî lê nedamewe
Ew awrey lêy damewe kewtim û helnestamewe
Nexoş û derdedarim nesrîn bê belamewe
Nexoş û derdedarim nesrîn bêt belamewe
Ey malê babim kalê kezyet bendî reşmalê
Sê gez be gezî kurdî baskim le gerdinit halê
To biço babit razî bike û daykit bo min hîç nalê
Pêm ’eybe û pêm îrade lebot bikem male û malê
Çendey lê paramewe awrî lê nedamewe
Ew awrey lê damewe kewtim û helnestamewe
Nexoş û derdedarim nesrîn bê belamewe
Nexoş û derdedarim nesrîn bêt belamewe
Hey malê babim nesrîn danîşe têrtêr bigrîn
Malwêran kuryan bimrê bêhûde lêkyan kirdîn
Şewêk takû beyanî baskim bo bike be serîn
Derdit le malî dinyam keleget û xwênşîrîn
Ruhmî xudat le dil bê cerg û dilim bû be birîn
Çendey lê paramewe awrî lê nedamewe
Ew awrey lê damewe kewtim û helnestamewe
Nexoş û derdedarim nesrîn bêt belamewe
Nexoş û derdedarim nesrîn bêt belamewe