
Yalla ya xalîb hawar derwanête burhanê
Seydî kakecan hawar le mezray seholanê
Men’im meken wellahî ’aşiqim min be çawciwanê
Kîjoley kurd qedbarîk gule lenêw şaxanê
Pêm gut awêzanî bim belkû qedirim bizanê
Bot mirdim nask û cwanî kîjoley kurdistanî
Askî kêwî almelû şemamey çwar bêstanî
Awrit le min berdawe wêney befrî kwêstanî
De were awêzanit bim wêney befrî kwêstanî
Hatûm lelay myandiwawê kulimit gulî sêlawê
Hatûm lelay myandiwawê kulmet sêwî sêlawê
Sêber le min heram bê ba bisûtêm leber tawê
De were û awêzanit bim dinyam be bê to nawê
Bot mirdim nask û cwanî to gulî lenêw gulanî
Awêzanî balat bim cwanî delêy xermanî
Min leber ew goze mirim lêw’al deybate kanî
De were û awêzanit bim her to qedirim dezanî
Hatûm lelay meraxe kulmet gulî çwarbaxe
Yarî xom gulî gulane be keyfe û be demaxe
Leber xatrî lêw’alê awedan bê sablaxe
Bot mirdim nask û cwanî kîjoley kurdistanî
Min leber ew goze demirim gulan deyben bo kanî
De were awêzanit bim xoşewîstî mîwanî
Balaberz û çawkalî wela leberdilanî
Bot mirdim naske cwanê meylî caranit kwanê
Girtim dû maçim lê send le rastey xyabanê
Pêm gut awêzanit bim pîr bûy ew mekirey danê
Legel yar qewlman yeke ber derkê û nêw dalanê
Pêm gut awêzanit bim wey le şewrawê bizanê