
Heta bilêy bîrit dekem pêmxoşe gwêm le dengit bê
Wek beharî baranawî çawim le cwanî û rengit bê
Birya debûm be xewnêk û ehatme nêw çawantewe
Ya debûme estêreyêk ekşam beser asmantewe
Belam çî bikem ke lêm dûrî nêwanman pir uqyanûse
Ke hîç nebê nameyekî pir le xendem bo binûse
Gelayêkî helwerîwî nîştîmanim bo binêre
Belam tuxwa ba gela neşkê heta dête êre
To detwanî bêyte xewnim lem xurbeta rizgarim bikey
Hênd be tase bangim bikey le kurdistan bêdarim bikey
Bextî nûstû çiro deka xewnêkî lêl daypoşîwim
Legel eşka bimwerêne ewa xem rencî pê noşîwim