Qadir Sayahi

Toy Nazenînim

By: Qadir Sayahi
Dialect: Sorani
190
Qurbanî xezebgirtin û goşey nezerit bim
Boçe pêt xoşe wek mecnûn hemîşe derbederit bim

Toy nazenînim gyanekey şîrînim
Şagulî geşî, toy beharî jînim
Toy tenya her toy melhemî birînim
Min birîndarim bo çawî kalit
Sûtawe cergim bo lêwî alit

Emşew min bê to çende perêşanim
Çawerêy tome ax nûrî çawanim
Dilit dizîm kejal xo min bê dil mawim
Gelêk girane min ew bendew dawim
Boçî etfermû to min bêwefa nîm
Bêwefayyeket gyan be çawî xom dîm

To roşnayî rêgakey jyanim
Tom eger nebî xom be hîç nazanim
Le tewaw dunya her etoy heyatim
Bê to min emirim bo nadey necatim
Her wextê dêm min bo lat dilim eşkênî
Namewê ew jîne boçe namdiwênî