Fatana Walidi

Dûrîy Gul

By: Fatana Walidi
Dialect: Sorani
177
Ta dûr le yarî çawciwanim
Dilxiwên û dîde giryanim
Wekû bulbul le dûrî gul
Be sozî sîne nalanim
Her toy mayey jînim

*? yarî nazenîn
Yarî xemxarî nazenîn
Le hicranit dilsûtawim
Were dildarî nazenîn
Dermanî birînim
Ta dûr le yarî çawciwanim
Dilxiwên û dîde giryanim
Wekû bulbul le dûrî gul
Be sozî sîne nalanim
Her toy mayey jînim

Bêwefayî to aramî dilan
Heramî lêm kird gulan
Çun be weslî to şad nîm
Her denalêm wek bulbulan
Ey yarî şîrînim

Yarî nazdarim her toyî
Gulî bêxarim her toyî
Pêwîstîy dil û gyanmî
Şefay azarim her toyî
Yarî şîrînim
Bêwefayî to aramî dilan
Heramî lêm kird gulan
Çun be weslî to şad nîm
Her denalêm wek bulbulan
Ey yarî şîrînim