
Le serûy qametî yar ’etir û ’ebîr debarî
Dilamî xiste lerze lerey memkî henarî
Mest mest be nîmnîgawe dû nêrgisî xumarî
Be xende zulfî lada leser *?*
Dunya be întîzarî şîrîn teşî derêsê
Hawar şîrîn gyan, aman şîrîn gyan
Teşî wekû dilî min le destî ew delerzî
Çend cwan û dilrifêne *? û tewr û terzî
Katê ke bo ser awê zulfî le serûy berzî
Ke şew beyanî da roj gul û wenewşe barî
Dunya be întîzarî şîrîn teşî derêsê
Hawar şîrîn gyan aman şîrîn gyan
Pencey be çeşnî şimşal dû destî pir le xirxal
Rûmet sipî, dû lêw al, pirçem syah û çawkal
Wek rengî nexşî manî bala û kulim û xet û xal
Selay le ’aşiqan da baxî gul û henarî
Dunya be întîzarî şîrîn teşî derêsê