Mihamad Danish

Birwat Bê Nazdarekem

By: Mihamad Danish
Dialect: Sorani
166
Birwat bê nazdarekem wêney tom le xeyale
Leber bêmeylî toye min wa jyanim tale
Lêw’al û çawkejalî, zulifit herîrî zerde
Xem bêmeylî etoye, memxere ew daw û derde

Wekû estêrey şewe pirşingî çawî cwanit
Xozge bimdîba carêk bizey dem û lêwanit
Lêwanî naskit wekû perey gulî bêgerde
Xem bêmeylî etoye, memxere ew daw û derde

Birwat bê nazdarekem wêney tom le xeyale
Leber bêmeylî toye min wa jyanim tale
Nexoşî ’eşqî to bûm, seyrim ke rengim zerde
Xem bêmeylî etoye, memxere ew daw û derde