Zakarya Abdula

Were Saqî

By: Zakarya Abdula
Album: Têlînaz
Dialect: Sorani
188
Emşew bê yarim saqî bom têke
Dil birîndarim saqî bom têke
Sarêj ke zamim êş û azarim
Bige hawarim saqî bom têke
Saqî gyanim ax û nalîne
Saqî satê bêzarim lem jîne

Bom têke saqî lew bade cwane
Ba bîxomewe derdim girane
Dilim zor tenge û gelê xembarim
Emşew bêdarim saqî bom têke
Saqî gyanim ax û nalîne
Saqî satê bêzarim lem jîne

Jyanim tale û bade dermane
Çarey derdî min lay to asane
Be badey ringîn bike tîmarim
Gelê bêzarim saqî bom têke
Saqî gyanim ax û nalîne
Saqî satê bêzarim lem jîne
Honrawe: cebar hebîb