Hassan Zirak

Derdit Le Min Şorejin

By: Hassan Zirak
Album: Radyo Bexdad
Dialect: Sorani
205
Teyrî bê dan û awim perwaney bal sûtawim
Lew rojey lêt birawim gyane reş bû cerg û henawim
Dey were ruhmî xêrit bê gyane min xerîb û lêqewmawim
Derdit le min şorejin ba leser to bimkujin
Des le balat helnagirim wey wey wey no mindal memkit bimjin
Qeynaka le xerîbî gyane ba be birnû bimkujin

Çawit estêrey şewê kulmet dendûkî kewê
Baskim bo bike be serîn hey becût xewman lê bikewê
Le min û le gulekey mêrdit wey wey wey kammanit zor xoş dewê
Derdit le min şorejin ba leser to bimkujin
Des le balat helnagirim wey wey wey no mindal memkit bimjin
Qeynaka le xerîbî gyane ba be birnû bimkujin

Dermanî hewt derdanî birîncî reşt û gêlanî
Ax bazî beregey banî
Delêm destim desto ke cwanê gyan xoşewîsî mîwanî
Derdit le min şorejin ba leser to bimkujin
Des le balat helnagirim wey wey wey no mindal memkit bimjin
Qeynaka le xerîbî gyane ba be birnû bimkujin

Bejinit şetlî şilêre rûmet gulî kenêre
Ax qismet hênawmye êre gwêt le bendim bidêre
Delêm bimdeye maçê cwanê jin xerîbim bo min xêre
Derdit le min şorejin ba leser to bimkujin
Des le balat helnagirim wey wey wey no mindal memkit bimjin
Qeynaka le xerîbî gyane ba be birnû bimkujin

Çawit estêrey rojê ebrot le xew demênê
Delêm destim desto ke wey wey wey xews le minit nestênê
Be parêz şewê bom were ba gulet werhem helênê
Derdit le min bûk miryem
Kiçê eto gwarey emin gwêm
Hey to qemerey emnîş rêm
Se’at le çwarî şewî wey wey wey pyaw menêre boxom dêm