Jamal Hasan

Termî Ewîn

By: Jamal Hasan
Dialect: Sorani
217
ئەێ rêbwarî na’umêdî rêgay dûrî xem û giryan
Toş wekû min şîwen bike bo sûtanî befir û ziryan
Çaw bigêre ta bibînî termî ewîn lem şareda
Çon cêmawe beser laşey ’aşiqanî bêçareda

Xoşim ewêy wekû baran bo wişkayî kêlgey dilim
Şiney sozit be espayî decûlênê perey gulim
Xoşim ewêy wek tîşkî xor hîwa dênî bo hejarîm
Destim bigre û derim bêne le şewî tarî tenyayîm
Ey rêbwarî na’umêdî

Jwan dûre belam hergîz deryay ’îşqim wişk nabê
Xoşewîstît çîrokêke heta mirdin tewaw nabê
Belam azîz xoşewîstît le sehray dilî minda
Balindeyêkî bê awe xinkawe le tînûyetîda
Ey rêbwarî na’umêdî
ئەێ rêbwarî na’umêdî rêgay dûrî xem û giryan
Toş wekû min şîwen bike bo sûtanî befir û ziryan
Çaw bigêre ta bibînî termî ewîn lem şareda
Çon cêmawe beser laşey ’aşiqanî bêçareda