
Erê kîj derê daye emin cwanim
Daye aman û sed aman
Eger ew kure axaye
Min kiçe sultanim
Ca eger ew be min naqayle
Sed keret emin peşîmanim
Erê kîj derê daye min boye xoş nakem
Babe xezêmêkî gewre û giranî le lût nakem
Xezalyarekem merge mirdine jyane seferbeleke* nîzam nîzame qur’ekêşane
Ca emin be cwanîyekem xom qerzarbarî destî em hemû namerd û nakesbeçeye nakem
Kure babekey babim
Kîj derê daye hero melayan û feqêyanim lebo gaz ke ba xewnanim lo lêk bato
Emşew le xewnimda çinarê helçû
Cûtê reşmarî pê şor bûnewe xwarê
Cûte sêwe lasûre û meymûne reşêkî le jêr *?
Kure baban
Kure babekey babim
Melayan û feqêyanî negereke
Daykî xot xewnanit bo lêk dedato
Ew çinare qed û balakey tone
Ew cûte reşmare pirç û egrîce xawekanî tone
Ew cûte sêwe lasûre wane sersingî tone
Ew meymûne reşeş mêrdegulanî tone
Kure babekey babim
Eger daykim lêy pirsîm
Role ewe bîst û çwar satane çî dekirdinê radebûrêy
Delêm daye swên be willa û be bîlla bê
Be sîfetî qulhiwella bê
Ew bîst û çwar satane radbûrêm leber derkî qaremananê
Babekey babim loye boy nemawim