
Na na azîz na na birwa meke
Em riq û kînet le dil der bike
Min ew dile naskey to çon le xom erencênim
Be nîgay kesêkî namo ’eşqî to egorênim
Birwa meke bew kesaney ke ta ser êsqan nexoşin
Xoyan le naxa doraw û şer û be min û to efroşin
Na na azîz na na birwa meke
Em riq û kînet le dil der bike
Xwa ezanê ew diley min çend peroşe bo bînînit
Belam çî bikem ke min dûrim nagate lat xem û şînim
Belên edem ey ezîzim belênêkî pir le hîwa
Meger le xerîbî bimirim çawerwan be dêmewe lat
Na na azîz na na birwa meke
Em riq û kînet le dil der bike