
Helperkêye, pêşbirkêye kê cwane çopî bigrê
Ba xoy binwênê le şayî û destî kiç û kur bigrê
Ew çawreşey balaberze dûreperêz westawe
Le dûrewe nîga eka û serî le min têkdawe
Were serçopî bigre des ba des xeme destewe
Min bo keyf û sefa hatûm memxe dawî ’eşqitewe
Helperkêye, pêşbirkêye kê cwane çopî bigrê
Ba xoy binwênê le şayî û destî kiç û kur bigrê
Ey kiçî cwan ey xwênşîrîn derkewe be nazewe
Bo satêkîş bê helpere were zemawendewe
Xelatî cwanî û serçopî her boxot eybeytewe
Minîş şad û serferazim ke dest xeme destewe
Helperkêye, pêşbirkêye kê cwane çopî bigrê
Ba xoy binwênê le şayî û destî kiç û kur bigrê