
Ew demaney le to dûrim şiney şemal sirwey naye
Baxî temen xezanêtî û cirîwey melî lê naye
Gela û gulî ’umirim werî her payze û behar naye
Le çolayî cêjwanekem her sêbere û xor helnaye
Lew rojewey dûrît lêm û wişekanit namdiwênê
Somay çawim kiz ebînê û firmêsk le çawim erwênê
Nazdarekem lew katewey sîmay cwanî tom lê wine
Hewarî dil çol û hole û cêjwanî min bê ewîne
Azîzekem tasey dûrît rojî çen car emhejênê
Wam le endêşe û xeyalit yadekanit emsûtênê
Bawanekem zor lemêje, somay çawim lêl û tare
Wam le xulyay dîdarêkit çawerêtim em behare