Aziz Sharokh

Zulf Û Ruxsar - Bê Mosîqa

By: Aziz Sharokh
Dialect: Sorani
147
Erê ey be zulf û ruxsar senemî çîn mahî tabim
Demeke û xendeke û nîgahit nemek û mezey şerabim
Min leber nîgahit bimirim, to serî xemzekey celabim
Bilê pêm gulekey beharî le to ta be key cuda bim?
Werewe, be şertî caran, rojî sed carit fîda bim

Le wêraney dilî şêwawim şîn û waweylaye û roro
Awrêk berbote henawim dête der le derûnim* boso
Bûm be efsaney wilatan: şar be şar, mal be mal, ko be ko
Xalî çaw û goşey ebrot*, dû dînyan kirdim leser to
Ya bimke pîrî meyxane, ya murîdî xaneqat bim

Rûhekem rûy xot binwêne, ta be key kuştey nazit bim?
Demeket we tekellum bêne, ta nemirdûm hemrazit bim
Carêkî be kerem bimdiwêne be fîday deng û awazit bim
Meylî ebroy to qed nanêm xemzedey çawekey bazit bim
Min ke hat û qîblem gorî, ya xwa kafir bê celabim!

’aşiqî wa debê, be hemû dem çaw pir aw, dil pir aw û mehzûn
Pêy heway bişkê û pêy nemênê xeyrî hû le derûn û bêrûn
Xakî rêy dulberî webzanê surmeye bo çawî pirxûn
Segekey rêbazî leylê were ser her dû çawî mecnûn
Dunyam ew roje lê rûne xakî berpêy aşna bim
Honrawe: wefayî
*= ew beşane le honrawey şa’îrda be şêwey "henasem" û "xalî çawit, goşey ebro" hatuwe.