Ciwan Haco

gulek

By: Ciwan Haco
Album: besna
Dialect: Kurmanji
154
Gulek min hebû yek gul
Min neqandibû ji xwe re ji dil
Min av dabû bi hêstirê çavan
Min dîtibû li nav baxan
Gul gula min daxwaziya min
Gul gula min birîndara min

Ger ez bimrim ger bême kuştin
Hûn li gulê wê bipirsin
daxwaziya wê hûn pêk bînin
Heyfa gulê hûn hilînên
Gul gula min daxwaziya min
Gul gula min birîndara min