Ciwan Haco

gulek 2

By: Ciwan Haco
Album: besna
Dialect: Kurmanji
127
Gulek min hebû yek gul
Min neqandibû ji xwe re ji dil
Min av dabû bi hêstirê çavan
Min dîtibû li nav gulan
Gul gula min daxwaza min
Gul gula min birîndara min

Çi gulek rind û ciwan
Perîşan bû li cîhan
Jê re bibînin hûn derman
Ew jî wekî her însan
Gul gula min daxwaza min
Gul gula min birîndara min

Ger ez bimrim ger bême kuştin
Hûn li gulê wê bipirsin
daxwaza wê hûn pêk bînin
Heyfa gulê hûn hilînên
Gul gula min daxwaza min
Gul gula min birîndara min