Sayd Ibrahim Saqzi

Xasekew

By: Sayd Ibrahim Saqzi
Dialect: Sorani
164
Sizay her serbirîne mû le heddî xoy ke têper ka
Heqî paçîne darê bo nemamê tir ke sêber ka
Sinûrî xoy eparêzin, be rêzin, bêxemin, şadin
Biro û birjang debînî wa le tîx û qeyçî azadin

Xasekewêk lew kele* helnîştuwe
Xalî reş û sûrî be cût riştuwe
Rawçî hemûy lew kewe derkewtuwe
Boçî dize? cerdeye? kêy kuştuwe?

Kêye kesêk* ew le jyan xistuwe?
Mal û mer û zêwerî kêy birduwe?
Ba’îsî qetlî çî?* bîstûyetî
Ba’îsî qetle çî?* bîstûyetî
Jînî be serbestûye*, wîstûyetî

Axir dawî çeqand tawekû kew* pêwebê
Çalken boxoy pêwe debê, cê be cê

Çake ke dawdoze şukur xasekew
Wiryaye, ew dîwye* be roj û be şew

Boçî kewîş mafî jyanî nîye?
Heqqî kej û kêwî cwanî nîye?

Xawenî ew kêw û keje her kewe
Nezim û nîzamî kej û kêw her bewe

Lêy gerên ba bal û perî cwan bika
Lew kele ba bangî refîqan bika

Bênewe kanyaw, ba bixon awî saf
Bo gureyêk seryan* bêne mesaf

Lêy gerên dendûkî be berd tîj bika
Gurre bika û bangî kur û kîj bika

Xawenî ew kêw û keje her kewe
Nezim û nîzamî kej û kêw her bewe

Xawenî em xasekeweş her delê:
Rawçî debê lem kej û kêwe helê