Hassan Zirak

Hem Narince û Hem Bêye

By: Hassan Zirak
Album: Radyo Taran
Dialect: Sorani
149
Ya leyl ya leyl ya leyl ya leyl ya leyl
Aman aman aman aman ax îmanim îmanim

Cêm nîye tya bisrewm xakim weser bêlane xom
Bêkes û bê der bê yar û hawdem bê mey û meyxane xom
Ax ax aman aman ax nemênim ax gulekem
Boç delên yar torawe lêm dek kafrî bitxane xom
Musteheqî tîr û taney aşna û bêgane xom
Ey aman aman aman aman aman... îmanim

Hem narince û hem bêye malyan lew şaredêye
Ew diley min bû be mecnûn şêtî balay leylêye
Ew dilem buwe be mecnûn şêtî balay leylêye
Narinc legel hermê bê yarim şîrîngirwê bê
Nawêrim kulmî maç kem bo ’alemê fêr debê

Key danîşîn dûbedû keleget û xal le rû
Umetî mihemedim bo yarê xom debme cû
Xizmîne memken lome bo wîm awir tê berbû
Narinc legel hermê bê yarim şîrîngirwê bê
Nawêrim kulmî maç kem bo ’alemê fêr debê

Henarî talebanî bo birînanim dermanî
Ey delêm destim desto ke û sertopî kurdistanî
Erê delêm destim desto ke be milwênêk herzanî
Narinc legel hermê bê yarim şîrîngirwê bê
Nawêrim kulmî maç kem bo ’alemê fêr debê

Aman aman ax aman aman... ax îmanim binalim
Ew diley wek bitperistê rû ekate çaweket
Nwêj eka bo tîşkî çaw û zulfe têk’alaweket
Gerçî eyşêlî be zebrî qondere û pêlaweket
Qet be dilreq bast nakem aman aman nayzirênim naweket
Çunkê eyzanim telarî yare xwapêdaweket
Çunkê deyzanim telarî yare xwapêdaweket
Mestî kirdûy boye nabînêt le astim çaweket
Çaweket çaweket çaweket çaweket ba binalim ba binalim

Dengit helêne babim le bendit halî nabim
Sîngit baxî mîlletî sê şewanî têda bim
Ey delêm destim desto ke bewcorey xirab nabim
Narinc legel hermê bê yarim şîrîngirwê bê
Nawêrim kulmî maç kem bo ’alemê fêr debê

’entîke û zêdecwanî pêm bilê le kwê mîwanî
Erê delêm destim desto ke û ewşo takû beyanî
Ew derdey emin dekujê jinî guley mêrdanî
Narinc legel hermê bê yarim şîrîngirwê bê
Nawêrim kulmî maç kem bo ’alemê fêr debê

Hatûm lelay bokanê cwanejin xale dane danê
Ey delêm destim desto ke û pîr bûy ew mekirey danê
Ax delêm destim desto ke û pîr bûy ew mekirey danê
Narinc legel hermê bê yarim şîrîngirwê bê
Nawêrim kulmî maç kem bo ’alem fêr debê