
Qeytanî dû lêwanî
Nemawim le swêyanî
Be milwênêk herzanî
Ax delêm bimdeye maçê pêm bilê le kwê mîwanî
Narinc legel hermê bê yarî min şîrîngirwê bê
Xo nawêrim ew kiçey maç kem bo ’alemê fêr debê
Min delêm yarim bidwênim dujmin çawî kwêr debê
Qeytanî her dû lêwî memkî narinc û sêwî
Of bay dê biskan debzêwî
Ax delêm awêzanit bim her delêy tulemêwî
Ax delêm awêzanit bim bay dê biskan debzêwî
Narinc legel hermêye yarim şîrîngirwêye
Xo ber derkê male yarim meraxe û caderêye
Ber derkêy male yarim postî gwêçkederêye
Aman aman aman aman...
Qeytanî lêwî cwane
Sertopî kurdistane
Mamzî deştî bokane
Pêm gut awêzanî bim ta sibeynê ew demane
Awrî le min berdawe bejnî dar heyzerane
Narinc legel hermêye yarim şîrîngirwêye
Ax delêm awêzanit bim dû maç min keyfim lêye
Ber derkêy male yarim meraxe û caderêye
Ax aman aman ey hawar ey hawar aman ax
Leber ew jine reştale qedî delêy şimşale
Min ser keme ser ranit pêm dade bew desmale
Ger gule pirsî kêye ramjêne bilê mindale
Ger gule pirsî kêye bimşêle bilê bêhale
Hem narince û hem bêye malyan lew caderêye
Ber derkêy male yarim meraxe û caderêye
Ax delêm bimdeye maçê xerîbim keyfim lêye
Aman aman aman aman ey aman eman aman...
Key danîşîn dûbedû keleget û xal le rû
Memkit xir kird wek hulû sîngit befrî almelû
Ax nexoşim bo lêw’alê bo wîm awir tê ber bû
Min çî bikem yareb çî bikem roy û le destim derçû
Hem narince û hem bêye malyan leser xirêye
Ber derkêy male yarim postî gwêçkederêye
Ber derkêy male yarim meraxe û caderêye