Fwad Yara

Mecnûn

By: Fwad Yara
Dialect: Sorani
121
Serlenwê ewsal bax dil be swêye
Şeqam çawerêy baranî nwêye
Kîj hewrî pele le nêw semay dawe
Kur şax dexwênê û şar le nîgay dawe

Serlenwê kotir be asmanewe
Firîn be watay nîştîmanewe
Nawî bax bênin ba cwanî dyar bê
Ba awênetan pir le behar bê

Dîsan min dengim hêlaney rûbar
Awazim keştî deryay bê kenar
Rûnakî delê mang dête jwanim
Hewrim, rûbarim kurî baranim

Mecnûn leber çî wa dekey meqsûd û derdî to çîye
Bo çûye şax û kêw û ko, karit hemîşe zarîye
Bo çûye şax û kêw û kej, karit hemîşe zarîye

Set kîjî cwantir lêre hen ger metlebî to cwanîye
Şeyda mebe, zarî meke dinya seraser fanîye
Derdî ’îşq nazanî to, derdî ’îşq gewre û girane
Meydanî ’îşq û ’aşiqî sûtan û giryan û fuxane

Nûrî ’îşq nabîndirê her wek ruhî perwaneye
Herkes ke ehlî dil nebê, mecnûnî pê dêwaneye
’aşiq be dil şeyda nebê, sûtanî pê efsaneye
Merdanî rêgay ’aşiqî ser dadenên merdaneye
’aşiq heta ser danenê nagate rêy awî heyatê
Merdî dewê ser dabnê û merdane bo rêgay necatê*