
Gyanim
Qelbî min ger çeşnî lale bêt û newtî tê biken
Agirî dujmin bête gyanim wek çira min pê biken
Şeqşeqî ken goşt û êsqan yek be yek xwêy tê biken
Bê tirs min dême meydan hukme azadîm dewê
Ger nesûtêm û nexnikêm çon hejarim ser kewê
Bibme xak û xolemêş ba ta hejarim pê biga
Ba bisûtêm belke genc û lawekanim tê biga
Bête meydan xwên birêjê ta heqî xoy pê biga
Ta bizanê xerqî xwêne kê heqî wî xwarduwe
Yane* lebo heq xwên birêjê derçê dujmin ta zuwe
Samî qurbanî gelit be, qet mejî bew zîllete
Her kesê bimrê le rêgay nîştiman û mîllete
Namrê hergîz, demênê çunkî xawen xîrete
Xot bequrbanî gelit ke, ferze qurbanî lebo
Nîştimanî gir û serberz* umetêkî serbexo