
Şu’ley ewînit şemî şewanem
Kirûza balim çeşnî perwanem
Roj bulbulêkim bo to dexwênim
Şew wekû perwane xom esûtênim
Gulî min dilî min bê to xemîne
Şew û roj denalê xerîkî şîne
To belênit da dildarî min bî
Tîşkî pîrozî şewgarî min bî
Boç wêranit kird koşkî ewînim
Ke to royştî teraney jînim
Gulî min dilî min bê to xemîne
Şew û roj denalê xerîkî şîne
Awatî berz û pîrozî min bûy
Gulalesûrey newrozî min bûy
Royştî mamewe min be tenhayî
Ax çend girane derdî cudayî
Gulî min dilî min bê to xemîne
Şew û roj denalê xerîkî şîne