
Le carê husind min xuşeçînim
Ebrû çwî keman hay le kemînim
Cwan bîm we ’işq xwed pîrim kirdî
We zencîrê zolf esîrim kirdî
Gyan gyan û gyan gyan û gyan gyanekem
Sed gyanê şîrîn we qorband kem
Aramê gyanekem şîrîn zwanekem
Saqî ew saxer bare û badexar
Mes û mexmûrim le ’işqê dildar
Min we kû biçim rwî we kî barim
We her kû meçim her giriftarim
Gyan gyan û gyan gyan û gyan gyanekem
Sed gyanê şîrîn we qorband kem
Aramê gyanekem şîrîn zwanekem
Ey dunyadaran ey dunyadûsan
Dunya demîge çwî şarûy bûsan
Gyan gyan û gyan gyan û gyan gyanekem
Sed gyanê şîrîn we qorband kem
Aramê gyanekem şîrîn zwanekem