Khashayar Rashidi

Waran Şew

By: Khashayar Rashidi
Dialect: Kalhori
278
Mes le waranê şewm newşî şeraw danes we pê
Duzê tir girtîye qewim newşî şeraw danes we pê

Salehas nexeftime le jêr balê çerxê kew
Şeketê satê xewim newşî şeraw danes we pê

Ta we sû gîrisme we yadê ti le daxê dil
Qrimzew key naw çeweylim newşî şeraw danes we pê

Erbedey mesane kîşim kuçe kuçe ta we sû
Ti sizanî mesewim newşî şeraw danes we pê
Mes le waranê şewm newşî şeraw danes we pê
Duzê tir girtîye qewim newşî şeraw danes we pê