Qadir Kaban

Çawerwanîy Bêhûde

By: Qadir Kaban
Dialect: Sorani
134
Hemû rojê leber seyrî bitî ew bejin û balaye
Le ser rêya ewestim min, hetakû awî pêm daye

Be dû çawê ke şewqî çawerwanî eytirûkênê
Be dû çawê ke sirrî qûlî lawêtî edirkênê
Serincî rê edem, rêga, hemû şêwey ewî tyaye
Wekû dinya le naw cwanîy ewa twabêtewe, waye

Şiney ba, basî cwanîy ew be gwêy minda eçirpênê
Hemû derkewtinî şoxê, dilî min da’exurpênê
Belam xurpey tewawî dil legel hengawî ewdaye
Ke sertapa le awazî beheştî xwawe peydaye

Belê, katê ke ew derkewt, îtir min bê ser û şwênim
Be tîşkî xorî cwanîy ew, be carê qulp eda xwênim
Wekû çon newnemamê, gerdelûl eybat û eyhênê
Leşim muçrikî dildarî, weha naxî ebziwênê
Hemû rojê leber seyrî bitî ew bejin û balaye
Le ser rêya ewestim min, hetakû awî pêm daye
Honrawe: ehmed herdî