
Dilê gîrodey zulf û xal nebê
Şêwawî îşwey çawî kal nebê
Awatexwazî lêwî al nebê
Le botey ’eşqa zîwî qal nebê
Ew dile yaxwa yaxwa ber xencer dirê
Wek kotey qesab let û pet kirê
Serê şêwawî ’îşwe û naz nebê
Porî xurawî bazî naz nebî
Dengî wek telî tar û saz nebê
Le rêgey ’eşqa berdebaz nebê
Ew sere yaxwa yaxwa cêgey ser dar bê
Be penkirawî kûçe û bazar bê
’eqlê wek ’ebid û xizmetkar nebê
Le qapî yara fîdakar nebê
Le hîley reqîb agadar nebê
Le sahey ’eşqa çabûksiwar nebê
Ew ’eqle yaxwa yaxwa beşî şêtî bê
Xwêrî û kolankol her papetî bê
Demê be zîkirî yar nekirêtewe
Zûxawî cergî pê nesrêtewe
Şukirî cananey pê nedrêtewe
Girewî ’eşqî pê nebrêtewe
Ew deme yaxwa yaxwa encin encin bê
Xinkawî behrî xemî bê bin bê
Pêyê gerokî kûçey yar nebê
Le hatuçoda birîndar nebê
Daym ze’îf û derdedar nebê
Le kotey ’eşqa giriftar nebê
Ew pêye yaxwa yaxwa daym le tîr bê
Beşî her bend û kote û zincîr bê