
Cade çol û sêber bû, katî beyanî
Beyanî
Eroyîştim xeyalawî emriwanî
Ey emriwanî
Bo sewzayî dewrupşitim, bo asman
Bo şaxî berz, xanûy taze, dinyay cwan
Eroyîştim be espayî, kiş û mat
Laşe sist û dil keylî tase û awat
Lepir, nazanim çon serim helbirî
Beramberim bejnê derkewt wek perî
Legel ewey le ’abawe ala bû
Le dîmenî şîrînî aşkira bû
Cade çol û sêber bû, katî beyanî
Beyanî
Eroyîştim xeyalawî emriwanî
Ey emriwanî
Dest û pence û meçekêk û nîgayêk
Çî binûsim? xwaye hêzî înşayek
Qol û meçek saf û sipî wek şûşe
Serpencekan yaqûtê bûn be wirşe
Wey be wirşe