Hey naye û boçî naye seday çawkalan naye
Hey naye û babim naye seday çawbazan naye
Cûtê kewşî lêm dewê girane û bom le kirîn naye
*? wirdim lebo seferê kirdim
Malî ew kiçe çend dûr bû bexêrhatnî nekirdim
Bîlla nebû be yarim ta rîşî sipî nekirdim
Be qed ’erz û asmanê ew kiçe du’ay lê kirdim
Hey naye û boçî naye seday çawbazan naye
Ew milwênkey çend qurse nîwnêwey karebaye
Cûtê kewşî lêm dewê girane û bom le kirîn naye
Wextêkî gelê xoşe nêwrast mangî payîzê
Kaley şemamebendî û xurî kostekerêzê
Dû kîjim pesend kirduwe nêwqed pir le amêzê
Kenîley şarî kend û setarey qeregwêzê
Turcanî bequrban bê legel şeş dangî gwêzê
Hey naye û boçî naye seday çawkalan naye
Hey naye û babim naye seday çawbazan naye
Ew milwênkey şîlane nîwnêwey karebaye
Cûtê kewşî lêm dewê girane û bom le kirîn naye
Ew qur’ane bitgirê hênat lêkit kirdewe
Sê carit dest pêda da bo mizgewtit birdewe
Destew’ejnot danawim bew henasey serdewe
Lacanî bequrban bê be tutin û şêw û herdewe
Hey naye û babim naye seday çawkalan naye
Hey naye û boçî naye seday çawbazan naye
Ew milwênkey çend qurse nîwnêwey karebaye
Cûtê kewşî lêm dewê girane û bom le kirîn naye
Çendî lê cwane gîwan ça dadenên bo mîwan
Leser balaket cwanê pênc ferzey nwêjim çuwan
Ew gileyyeket lê dekem netbirdime cadokulîwan
Leber ew sînget demirim sipîye her wekû ketan
Hey naye û babim naye seday çawbazan naye
Hey naye û boçî naye seday çawkalan naye
Cûtê kewşî lêm dewê girane û bom le kirîn naye
Bew şêxey lew pelpele hewrim gewal gewale
Dest be ’emrî to bigrê ya kak sûrî wirdimele
hêndey dête xewênim hengiwînim be zar tale
Jin be malî zor nîye be bexte û be îqbale
Pirsî şêx û melam kird maçit bo min helale