
Be rêgay ’îşqida roym be sersengî û xeyalawî
Be diltengî be bêdengî, be bêrengî û be damawî
Dena xo ger bisûtêm min be awrî ’eşqî yar axo
Berêz egirin wekû hîndu bira termim be sûtawê
Derom bew rêyeda şerte heta mabim be yadî yar
Be keyfî dil be meylî dil dilêkî germ û agirawê
Etom nawê etom nawê dostî dîm etom nawê
Taze be axrî pîrîyekem dilim naxeme nêw dawê