Hassan Zirak

Nîzam

By: Hassan Zirak
Album: Radyo Bexdad
Dialect: Sorani
99
Erê bejinit darî lewlawe
Bejinit darî lewlawe
Sing karxane myandiwawe
Kulimit gulî sêlawe
De were bimdeye maçî hêndem ’umir nemawe
Ay nîzam bo xom nîzam lêrekane serbazim
Mibtelay dû çawî bazim
Şûşe ’etrî gîrfanim desrokey destim fatim
Dawim ketuwete dawî zehmete bibê necatim

Erê ’entîke û zêdelawe
Çonî lê bikem silawe
Zulfî gyabend û xawe
Sîngî penîrî kurdî
Lêw’al le min torawe
Ay nîzam bo xom nîzam lêrekane serbazim
Mibtelay dû çawî bazim
Şûşe ’etrî gîrfanim desrokey destim fatim
Dawim ketuwete dawî hetmen nabê necatim

Erê kengê bibme mîwanî
Webalim be esto cwanî
Sertopî kurdistanî
Lafawî suleymanî
Teskê le destim derçû
Wey wey malî wêranî
Ay nîzam bo xom nîzam
Lêrekane serbazim
Of mibtelay dû çawî bazim
Şûşe ’etrî gîrfanim desrokey destim fatim
Dawim ketuwete dawî hetmen nabê necatim

Erê leber derkîyan dare
Hencîre yan henare
Derdit le malim zara
Ba leser balay lêw’alê min biden le sêdare
Şerte takû nemkujin deshelgir nîm lew yare
Ay nîzam bo xom nîzam lêrekane serbazim
Of mibtelay dû çawî bazim
Şûşe ’etrî gîrfanim desrokey destim fatim
Dawim ketuwete dawî zehmete bê necatim

Erê cwanî beynella
Hidûdê şarwêranî
Maynê behrê xemanî
Baskim we jûr serî de xoşewîstî mîwanî
Ay nîzam bo xom nîzam lêrekane serbazim
Of mibtelay dû çawî bazim
Şûşe ’etrî gîrfanim desrokey destim fatim
Dawim ketuwete dawî hetmen nabê necatim