

Kaley şemamebendî we xurî koste û kerêzî
Kiçê sebrêkim lê gire helt degirim payîzê
Zîx dekêşim be kolim be befir û be seholê
Hemûy dekem be xyaban pya birwa nerim û nolê
Erê mangeşew xoşe gyanim bîda lew ahê
Erê dostî cwanit bê gyane delalî nawê
Erê ewro dû roje gyane dûr le yaranim
Erê wek baxçey bê aw gyane dûr le baranim
Erê wek baxçey bê aw gyane ’aşiqe û baranim
Debarê wey debarê debarê kirêwey deka
Leser sîngî çawciwanê her xal bangî xal deka
Wekî le min qewmawe yarebî le kes neqewmê
Le wilatî mukiryanî kes nê hawarêy bermê
Bab û daykî lêw’alê tûren namdenê nermê
Erê mangeşew xoşe gyane biçye seferê
Erê dostî cwanit bê gyane bot bête derê
Debarê wey debarê debarê befir û baran
Taw le kulmanî nada leber sêberî gwaran